PeyamaKurd - Ferhenga Têgihên Hiqûqê bi dawî bû û sibê ji bo ferhengê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Amedê dê resepsiyona danasînê bê dayîn.
Ferhenga Têgihên Hiqûqê ku 4 sal bûn bi beşdariya gelek hiqûqnas û zimanzanên kurd ku ji aliyê Baroya Amedê û Weqfa Mezopotamyayê ve li serê dihat xebitandin, bi dawî bû.
Ferheng, ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê ve hatiye çapkirin û sibê (25.12.2019) ji bo wê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê, saet di navbera 16.00-18.00'an de dê resepsiyoneke danasînê were dayîn.
Piştî çar salan bi ked û xebata hempîşe, zimanzan û dostên me Ferhenga Têgihên Hiqûqê xelas bû û hat çapkirin. Em resepsîyona danasîna Ferhenga Têgihên Hiqûqê de li benda we ne. Em li vir in ! pic.twitter.com/iZ1AJdnX8n
— Diyarbakır Barosu (@Diyarbakirbaro) December 24, 2019
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin