PeyamaKurd- Xortekî 17 salî yê bi navê Recep Sevim li bajarê Duzce yê ku dikeve aliyê Anedolê, xwîn çû ser mêjiyê wî û wî birin nexweşxanê. Tevî ku doktor gelek lê miqatebûn û wî derman kirin jî nema jiyana wî dewam kir û mir. Piştî wefata xortî hat fêmkirin ku temamê wesleyên bedena xwe bo nexweşan bexşaniye.
Rêvebirên nexweşxanê meselê ji malbata wî re gotin û îzna malbatê xwestin. Malbat îznê da doktoran û 6 wesle/organ bo nexweşên din hatin neqilkirin.
Recep Sevim çû lê bi xêra wî wê 6 kes jiyana xwe dewam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin