PeyamaKurd- Wezîrên karên derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) duh li hev kiribûn ku yekîtî ji nû ve dest bi hevdîtinan bi Tirkiyê re bike.
Ji ber ku ev 24 sal in Tirkiye berendamê fermî yê endamtiya Yekîtiya Ewropayê ye, ji sala 2016an ve ji ber fikarên yekîtiyê ji binpêkirina mafên mirovan û rêzgirtina li ser dewleta qanûnê li Tirkiyeyê, gotûbêjên endamtiyê hatine rawestandin.
Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell got: "Me gotûbêj kir ku em ê çawa careke din bi Tirkiyeyê re dest bi hevdîtinan bikin."
Borrell di civîna çapemeniyê ya ku piştî civîna wezîrên karên derve yên li Brukselê hat lidarxistin de axivî û got, "Em di wê baweriyê de ne ku neyeta hev heye ku têkiliyên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê baş bibin."
Ji aliyê din ve Borrell diyar kir ku YE dixwaze Tirkiye bi taybetî di derbarê Qibrisa ku endamê Yekîtiya Ewropayê ye de gavan bihavêje û got, "Çareserkirina pirsgirêka Qibrisê li gorî pêşniyazên nû yên Neteweyên Yekbûyî dê di vegerandina hevdîtinên bi Tirkiyeyê re roleke sereke bilîze.
Di heman demê de parastina nirx û azadiyên bingehîn ên di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de ku Enqere jî tevlî wê bûye, dê girîng be."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin