PeyamaKurd – Çavkaniyeke ewlehiya Iraqê ragihand ku li Bexdayê fermandarekî operasyonên Heşdî Şeibî yê Enbarê hatiye girtin.
Çavkaniyê daye xuyakirin, îro 26ê Gulanê hêzeke ewlehiyê li navçeya Dore ya li başûrê Bexdayê fermandarê Enbarê yê operasyonên Heşdî Şeibî Qasim Muslih di dema ber bi Kerbela dixwest biçe girtiye û piştre ew birine binkeya ewlehiyê.
Heman çavkaniyê diyar kiriye ku hejmarek zêrevanên wî jî hatine girtin û sedema girtinê jî ji ber ku gelek dosya li ser wî hene ku bi taybet jî dosyayê girêdayî bi samanê giştî ye.

Li aliyê din cavkaniyeke ji Heşdî Şeibî ya nêzîk jî ragihandiye ku Qasim Muslih bi fermana serokê lijneya nehiştina gendeliyê Ferîq Ehmed Ebu Rexîf hatiye girtin, sedem jî ji ber rijd bûye li ser rênedana hatina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê bo axa Iraqê.
Qasim Muslih fermandarê operasyonên Enbar ê Heşdî Şeibî ye û yek ji fermandarên Heşdî Şeibî yê herî nêzîkî Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Muhendîs bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin