Rûsyayê yekem derziya Korona pesend kir

Rûsyayê yekem derziya Korona pesend kir

PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiyê ya Rûsyayê yekem derziya Koronayê li cîhanê pesend kir.

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi rêya vîdyokonfransê bi endamên hikûmeta xwe re civiya û di civînê de ragihand: “Ez hatim agahdarkirin ku yekem derziya li dijî vîrûsa Koronayê li cîhanê vê sibehê hat tomarkirin.

Putîn da zanîn dema wî hûrgiliyên zêdetir ji Wezîrê Tendirustiyê yê Rûsyayê Mîkhaîl Muraşko derbarê wê vaksînê de xwastin wî got: ‘‘Derzî bi awayekî gelekî baş kar dike. Derziyê hemû testên pêwîst derbas kirin”.

Putîn aşkere kir, derziya nû ya li dijî vîrûsa Koronayê li ser keçeke wî hatiye ceribandin û germiya gewdê wê ji 38 pileyan, daketiye 37 pileyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin