Reuters: Di saetên pês de dê hinardeya petrolê dest pê bike

Reuters: Di saetên pês de dê hinardeya petrolê dest pê bike

PeyamaKurd- Li gorî ragihandina Reutersê, piştî destnîşankirina peymana hinartina petrolê ya di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de dê hinartina petrolê car din dest pê bike.

Çavkaniyekî ji hikûmeta Iraqê ji Reutersê re axivî û ragihand ku di derbarê hinardekirina petrolê ji xeta boriya Ceyhanê de daxwazeke fermî ji Tirkiyeyê re hatiye kirin.

Ajansê ragihand ku di çend saetên pêş de hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê car din dest pê dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Bexdayê ye

Ji aliyê din ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro çû paytexta Iraqê ya Bexdayê da ku bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî re bicive.

Serokwezîr Barzanî, di derbarê çûndina xwe de peyamek belav kiriribû û gotibû:

"Ez ji bo ku rêkeftina me ya di derbarê destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi encam bibe, diçim Bexdayê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin