Zêdetirî 100 TIRên hevpeymaniyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn

Zêdetirî 100 TIRên hevpeymaniyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ku Amerîka serokatiya wê dike, zêdetirî 100 TIR (barhilgir) alîkariyên leşkerî ji Rojavayê Kurdistanê re şand.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê zêdetirî 100 TIR alîkariyên leşkerî di deriyê sînorî Welîd re ji Herêma Kurdistanê derbasî navçeyên di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de kirin.

SOHRê diyar kir, ew alîkarî ji zirîpoş û otombîlên serbazî pêk hatibûn, beşek li binkeya Hîmo ya li rojavayê Qamişlo û beşa din jî li navçeyên Hesekê û Dêrazorê hatin danîn.

Herî dawî Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Mark Esper ragihandibû ku Amerîka proseya vekişandina hêzên xwe ji bakurê rojhilatê Sûriyê bidawî kiriye û niha 600 leşkerên wan li Sûriyê dimînin.

Serokê Amerîka Donald Trump jî ragihandibû ku ew dê ji bo parastina qadên petrolê li Sûriyê bimînin û hevpeymaniyê jî dabû zanîn ku hevkariya wan a ligel HSDê li dijî DAIŞê berdewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin