PeyamaKurd - Cîgirê Serokkomarê Îranê Ishaq Cîhangîrî îro serdana parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê kir û soz da xelkê deverên erdhejlêdayî, ku pirsgirêkên avakirin û nûjenkirina navçeyên wan nehêle.
Ishaq Cîhangîrî li Kirmaşanê ragihand, hikûmet hewil dide ku pirsgirêkên avakirin û nûjenkirina navçeyên erdhejlêdayî nehêle.
Cîhangîrî soz da ku heta destpêka zivistanê tu xanyeke wêranbûyî li gundên erdhej lêdayî namîne. Ev sozên cîgirê serokkomarê Îranê bo xelkê Kirmaşanê di demekê de ne, ku berê hikûmetê ragihandibû, heya dawiya vê Havînê hemû xelikê ziyan dîtî di erdhejê de wê vegerin nav malên xwe.
Cîgirê Serokkomarê Îranê herwiha daxwaz ji xelkê kir, ku çawa di erdheja Kirmaşanê de yekgirtî bûn û hemû bi hevre çûne alîkariya Kirmaşanê, niha jî ji bo pirsgirêk û zehmetiyên din divê yekgirtî bin ji bo ku wan pirsgirêkan derbas bikin. Yek ji wan pirsgirêkan rewşa xirab ya abûriya Îranê ye ku Cîhangîrî amaje pê kir.
Her li gorî raporên medyaya hikûmeta Îranê, bi sedema daketina buhayê tumenê Îranî, belênderan karên avakirinê li navçeyên erdhejlêdayî yên Kirmaşanê rawestandine û pereyên xelkê jî birine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin