Li Mêrdînê careke din sewat derket!

Li Mêrdînê careke din sewat derket!

PeyamaKurd – Li Mêrdînê Yeşîlliyê li gelek taxên gundan şewat derket. Welatiyên ku mudaxeleyî şewatê kirin ji bo vemirandina şewatê banga piştgiriyê kirin.

Li taxên Alîçlî û Zeytînlî yên navçeya Yeşîlliyê ya Mêrdînê ji ber sedemeke nediyar şewat derket.

Şewat zû belavî taxên Konakli û Yaydere yên Artukluyê bû. Welatiyên ku bi derfetên kêm mudaxeleyî şewatê kirin diyar kirin ku nikarin agir kontrol bikin û banga piştgiriyê kirin.

Şewata li Qoserê hat vemirandin

Ji aliyê din ve li navçeya Qosera Mêrdînê şewata prêzan hat vemirandin.

Li taxên Bahçelîevler û Tûrgût Ozalê ji ber sedemeke nediyar agir bi zeviyên hatine çinîn ket.

Li ser agahdarkirinê ekîbên agirkujiyê sewqî herêmê hatin kirin.

Bi mudaxeleya ekîban şewat hat vemirandin.

Şeva borî di şewata navbera Mêrdîn û Diyarbekirê de 12 kes mirin û 78 kes jî birîndar bûn.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin