PeyamaKurd – Şandeya Taybet a Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) li ser êrîşa terorîstên DAIŞê ya şeva borî li dijî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê peyamek belav kir û ew êrîş bi “hovane" bi nav kir.
Di peyama UNAMI de hat diyarkirin: “Em sersaxiyê li malbatên kesên di êrîşa şeva borî de li Mexmûrê canê xwe ji dest dan dikin û ji birîndaran re şîfaya bilez dixwazin.”
Di beşeke din a peyamê de hat eşkerekirin: “Bêguman bihêzkirina hevahengî û hevkariya di şerê li dijî DAIŞê de girîng e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin