Ûrmiye | 34 kesên din ji ber Koronayê can dan

Ûrmiye | 34 kesên din ji ber Koronayê can dan

PeyamaKurd – Li parêzgeha Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, 34 kesên din ji ber Koronayê can dan.

Li gorî amarên fermî yên Wezareta Tenduristiya Îranê, li parêzgeha Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, 34 kes ji ber vîrusa Koronayê can dane û hejmara can dayiyan gihîştiye 5 hezar û 272 kesan.

Li gorî amarên han, di 24 saetên borî de 1890 kes jî bi Koronayê ketine û rewşa 65 kesan xerab e.

Li seranserê Îranê jî, di rojekê de 684 kes ji ber Koronayê can dabûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin