PeyamaKurd – Ji ber barîna berfê, rêyên 50 gundewarên parêzgeha Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, hatine girtin.
Berpirsên parêzgehê diyar dikin, tevahiya rêyên sereke yên parêzgehê vekirî ne û çûnûhatin tê de berdewam e û tîmên taybet mijûlî paqijkirina rêya wan gund û deveran e ku ji ber berfê hatine girtin.
Herî zêde rêyên gundên ser bi Çaldiranê ve, yên li parêzgeha Ûrmiyê hatine girtin ku 40 gund in.
Li parêzgeha Ûrmiyê, bi sedema berfa dijwar, bêtirî 100 kesan di rêyan de asê mabûn, lê hemû hatine rizgarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin