Pentagon: Ciyê leskerên Amerîka lê bin em operasyonan qebûl nakin

Pentagon: Ciyê leskerên Amerîka lê bin em operasyonan qebûl nakin

PeyamaKurd- Wezareta karên bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon got: “Li rojhilatê bakûrê Sûriyê, bi taybetî cîh û deverên ku leşkerên Amerîkayê lê ne, an nêzî wan derane, eger gavekî yek alî bê avêtin, em wê gavê qebûl nakin.”

Ji berdevkê Pentagonê bînbaşî Sean Robertson tekane çareseriya endîşeyên herêmê ew e ku di navbera Tirkiyê û Amerîka de hevkarî û koordînasyon hebe. Robertson ragihand ku ew girêdayê grûba xebatê ya asta bilind ya Sûriyê ne. Eger operasyonên bê koordînasyon bên kirin, wê ew opreasyon bibin sedema qewartina binê mafên hevpar.

Robertson got ku ew hevkarên Tirkiyê yên NATO yê ne û bi Tirkiyê re li dijî DEAŞê şer dikin. Em ji ewlekariya sûnorên hev berpirsin û em girêdayê ewlekariya sînorin. Li ser mijara şerê li dijî DEAŞê Robertson weha got:

"Hêzên koalîsyonê niha bi HSDê re, li wadiya navçe ya Firatê dixebite ku şerê bi DEAŞê re lê têkirin. Nabe em bihêlin DEAŞ nefesê bistîne. Eger em bihêlin wê destkeftiyên me bikeve talûkê û DEAŞ car din derê ortê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin