PeyamaKurd- MHPya ku bi Recep Tayyip Erdogan re îttîfaq çêkiribû, piştî ku encamên hilbijartinê hatin eşkerekirin; daxuyaniyek da û got ku divê hê jî rewşa awarte dewam bike.
Alîkarê Serokê partiya MHPê Mustafa Kalayci di derbarê rewşa awarte de axivî û got ku divê hê jî rewşa awarte dewam bike. Kalayci wiha berdewam kir:
“Niha tehdîda FETO didome û li dijî Çiyayê Qendîlê jî operasyon hene. Di demeke wiha de çênabe ku rewşa awarte were rakirin.
Berî hilbijartinê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû ku piştî hilbijartinê di demeke kin de em ê rewşa awarte rakin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin