Bertek û karvedana ser gotinên Erdogan ên anîna zarokan û ‘5,10,15 zarokên PKKiyan hene’…

Bertek û karvedana ser gotinên Erdogan ên anîna zarokan û ‘5,10,15 zarokên PKKiyan hene’…

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 19ê Cotmehê li Parlamentoya Tirkiyê dema pîrozkirina Mehmet Alî Çelebî ku tevlî AK Partiyê bûye, hejmara zarokên wî jê pirs kiribû û anîna zarokan a malbatên Kurd bi navê PKKê pênase kir.

Erdogan ji Çelebî re dibêje: "Çend zarokên te hene?” ew jî dibêje, ‘Yek heye ezbenî. Doktroyê dike.’  Lê belê Erdogan şîretan li ser anîna zaroka li Çelebî dike û dibêje: “Nabe lo, divê zarok hebin. Divê hejmar bê zêdekirin. Em ji Xweda bixwazin dewam kin. Zarok pir girîng e. Binêr yên PKKê 5,10,15 hene.”

Li ser van gotinên Erdogan ku hemû malbat û zarokên Kurd wekî PKKê pênase dike, rexne hatin girtin û bertek hatin nîşandan ku di wan gotinan de, nijadperestiya dijî Kurdan heye.

Ji bilî rexneyên Kurdan ên ser medya civakî ji nav siyaseta Tirkiyê jî bertek hatin nîşandan ji wan gotinên Erdogan re.

Seroka Koma HDPê di parlamentoyê de Meral Daniş Beştaş, ew gotinên ser zarokanînê yên Erdogan wekî endezyariya li ser gelheya Kurd bi nav kir û got, “Ez naletê li zimandirêjiya li ser zayîna jinan, bedena wan û zêdebûnê tînim.”

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu jî li ser Twitterê got, “Li gorî ku zarokên vî welatî li Qendîlê ji dayîk nebûne, qesta te eşkere li holê ye Brêz Erdogan! Ew îfadeyên te bêrêziya li mafên mirovan û jinan e. Her zarokê li vî welatî çêbûye hemwelatiyekî bi rûmet ê Komara Tirkiyê ye. Cudaxwazîya navbera zarokan nijadperestî ye.”

Herwiha Wekîlê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel jî bertek ji gotinên Erdogan re nîşan da û got, “Heger li gorî tomarên Wezareta Navxwe zarokên PKKîyan tune bin, ji kê re dibêje PKK û terorîst? Em vê bêhedîya mezin şermezar dikin. Herwiha bilez ev gotinên Erdogan ji nivîsên Ajansa Anadolê derxistin ku hewl dan ew gotin bên veşartin. Pêwîstî bi sansûrê nîne, lê pêwîstî bi şermînî û lêborînê heye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin