PeyamaKurd - Parlemanterê PDKê li Parlemantoya Iraqê Beşar Kîkî ragihand, ew agahdarî hûrgiliyên plana vegera Pêşmerge bo navçeyên Kurdistanî ne û di vê mehê de Pêşmerge vedigerin û destpêkê Pêşmerge vedigerin Kerkûkê û piştre navçeyên din.
Kîkî ji K24ê re axivî û da xuyakirin, Amerîka û aliyên navdewletî rijd in li ser vegera Pêşmerge bo wan navçeyan, ji ber ku ew Pêşmerge wek hêzeke aştiyê dibînin û dizanin ku her cihek di destê Pêşmerge de be parastî ye.
Parlemanterê berê yê PDKê li Parlemantoya Iraqê Şaxwan Ebdula jî eşkere kir ku berpirsên Amerîkî ligel pêkhateyên Kerkûkê civiyane û di civînê de Amerîkiyan behsa pêwîstiya vegera Pêşmerge bo Kerkûkê û derdora wê kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin