PeyamaKurd – Erdheja navbera sînorên Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, li bajarê Wanê bi taybet jî li gundewarên navçeya Elbakê ziyaneke mezin a canî û madî bi xwe re anî.
Piştî bi çend rojan bi ser erdhejê de jî hîn xelkê gundên Wanê hawarê dikin ku alîkarî bo wan nayên kirin.
Di vîdyoyeke ji Elbak a Wanê hatiye belavkirin de, gundîyekî Kurd ku xaniyê wî di erdhejê de ruxiyaye û pezê wî telef bûye wiha dibêje:
“Helîkopter li ser serê me digere û ji xwe re dinêre. Olî tune (mirî tune), xwedê neda şikir, lê heywan qeliyan tine ne. Pezê me qeliyaye, ti alîkarî bo heywanan tine ye. Yê dibêje heye, îmana wî tine. Tên şorbeyekê didin me, lê heywanên me çûn, malên me çûn, tiştekî me nema. Bila canê miletê Kurd sax be. Bila heywanên me jî qurbana Kurdan bin. Tişt nabe, bila miletê Kurd sax be bes e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin