PeyamaKurd – Seroka fraksiyona PDK ê ya parlementoya Iraqê Viyan Sebrî ragihand ku gelek beşên budça 2023an temam bûye û dixebitin da di 20 ê gulanê de tesdîq bikin. Viyan Sebrî ji bo Basnewsê weha gotiye:
“Hevdîtinên budçe yên gelek wezaret, dezge û yên din temam bûne. Gelek hûrayî temam bûne. Hema wexte ku budçê bişînin parlementoyê û bê tesdîqkirin. Xala li ser budça Kurdistanê weka xwe maye û kes têkilî wê nebûye. Lihevkirina siyasî pêkhat. Dezgeyên dewletê yên pêwendîdar lihevkirinê qebûl kirin. Bende ne ku di 17 ê mehê de tesdîq bibe. Hatiye plankirin ku berya 20 ê mehê di parlementoyê de tesdîq bibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin