PeyamaKurd - Berdevkê HDP’ê Saruha Oluç diyar kir ku Serokkomar Erdogan bi awayek vekirî heqaretê li gelê kurd û hilbijêrên HDP’ê dike û got: “Dev ji îstîsmarkirina dîn û dev ji dijminahiya gelê kurd berdin. Werin em aboriyê biaxivin.”
Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç têkildarî geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Oluç da zanîn ku qewimandinên têkildarî ewlehiya hilbijartinê gihîştiye asta aciziyê û got: “Hevkariya Wezîrê Karê Hundir û Wezîrê Parastinê ewlehiya hilbijartinê dixe xetereyê. Her çiqas me îtîraz kir jî lê îtîrazê me red kirin.”
Oluç bal kişand ser qedexekirina afîşên HDP’ê yên hilbijartinê û got: “Li gel zext û zordestiyê jî afîşên me qedexe dikin. Di afîşan de ‘Azadî bi xwerêvebirinê dest pê dike’ dinivîsîne. Vê hevokê sûc dibînin û afîşan berhev dikin. Elbet azadî bi xwerêveberinê dest pê dike. Wê gel di 31’ê Adarê de elbet li dijî van pêkanînên we bersivek herî baş bide.”
Oluç bertek nîşanî Wezîrê Dadê ku xebata hilbijartinê birêve dibe da û got: “Kî xebata hilbijartinê ya HDP’ê birêve dibe tê binçavkirin. Di vir de jî tê famkirin ku Wezîrê Dadê jî xebata hilbijartinê li dijî me birêve dibe.”
Oluç bal kişand ser gotinên “Qey ez xirexavî me?’ yên Serokkomar Erdogan û got: “Divê ez niha bersiv bidim viya. Erdogan pir aşkere heqaretê li gelê kurd û hilbijêrên HDP’ê, parlamenterên HDP’ê û rêveberên HDP’ê dike. Xwe di her axaftina xwe de biçûk dixîne û rencîde dike.”
Oluç destnîşan kir ku ew xebata hilbijartina xwecihî birêve dibin û AKPê jî li dijî wan şer daye destpêkirin û got: “Aboriya welat ji nedîtî ve tên. Werin em aboriyê biaxivin. Li dijî me şer werin em mijaran nîqaş bikin. Çibû zava beg. Ka we digot aborî baş birêve diçe. We digot piştî 31’ê Adarê rojên xweş tên. Niha çibû? Ka em li daneyên 2018’an û niha binêrin. Ji bo hûn bi me re neaxivin û nîqaş nekin jixwe hûn demildest dest bi îstîsmara dîn dikin. Ji bo em meseleyên wek şer û aboriyê bi wan re neaxivin, gelê kurd û HDP’ê dikin hedef. Ji xwe pirsgirêk jî ji vir dest pê dike. Tirkiye her roj ber bi astek xerab ve diçe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin