PeyamaKurd – Li parêgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, xwendekarê zanîngehê Vedat Fîdan ê hatibû desteserkirin, hat girtin.
Belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê Ejder Sari, xwendekarên zanîngehê Yûnûs Kuçukçelebî û Vedat Fîdan do pêr di serdegirtina malan de li Wanê hatibûn desteserkirin. Sari, Kuçukçelebî û Fîdan, piştî karûbarên îfadeyên wan li miduriyeta polîsan qediyan, îro sewqî dadgehê hatin kirin.
Dozgeriyê bi daxwaza girtinê her sê kes jî sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlh a Wanê kirin. Dadgehê Ejder Sari û Yûnûs Kuçukçelebî bi şertê kontrola edlî berdan û xwendekar Vedat Fîdan jî bi îdiaya “kesan tevlî rêxistine dike” girt û şand girtîgehê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin