Amerîkayê pêsniyaza firotina balafirên F-16 ji bo Tirkiyê kir

Amerîkayê pêsniyaza firotina balafirên F-16 ji bo Tirkiyê kir

PeyamaKurd  Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, pêşniyaza firotina balafirên F-16 ji bo Tirkiyê kir û got: “Tirkiyê ji ber kirîna sîstema berevaniyê ya S-400, berdêla pêwîst daye.”

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, nameyek ji Kongresa welatê xwe re şand û da zanîn: “Firotina balafirên şer ên F-16 ji bo Tirkiyê, wê di berjewendiyên Amerîkayê û ewlekariya neteweyî bigunce û di heman demê de ji bo dema dirêj ji yekitiya NATOyê re xizmetê bike.”

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê eşkere kir: “Rêveberiya Biden bawer dike ku pêwendiyên bazirganiya berevaniyê ligel Tirkiyê, ji bo ewlekariya neteweyî ya Amerîkayê, ji bo berjewendiyên aborî û bazirganî û ji bo yekitî û berjewendiyên hevpeymaniya NATOyê pêwîst in. Pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê aloz in, lê Tirkiyê bi rêya ji derxistina bernameya balafirên F-35, berdêla pêwîst da.”

Herwiha di nameyê de tê pêşniyazkirin, balaffirên F-16 ji bo Tirkiyê bên firotin û ji bo vê pêwîstî bi erêkirina Kongresê heye. Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê destnîşan kir: “Piştgiriya Tirkiyê ji bo Ukraynayê û pêwendiyên wê yên berevaniyê, li herêmê rêgiriyeke girîng li tevgerên xerab dike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin