Wê di fabrika tekstîlê ya bajarê Mûsê de 700 karker bixebitin

Wê di fabrika tekstîlê ya bajarê Mûsê de 700 karker bixebitin

PeyamaKurd – Ajansa Rojhilatê Anedolê ya Geşepêdanê (DAKA) û şaredariya bajarê Mûşê bi hevkarî fabrîka tekstîlê bi veberhêneran re temam kirin û di navbera veberhênan û şaredarê Mûşê Feyat Asya de peyman hat îmzekirin. Merasima îmzê di salona şaredariyê de hat kirin û şaredar Asya ragihand ku wezareta werziş û ciwanan bi hevkariya wezareta teknolojî û sanayiyê re, di çarçoveya projeyekî de fabrîkê çêkirine. Proje ji aliyê DAKA de hatiye qebûl kirin û proje temam kirine. Şaderar Asya weha got:

“Fabrîka li ser sehayekî 2.500 m2 ye û bi 3 mîlyon û 500 hezarî bû mal. Me bi şîrketa veberhêner Barco re merasima îmzê çêkir. Ev ji bo me û bajarê me gelek bi qiymete. Li memleket pirsgirêka asayîşê tine. Li vê derê ewlehî temame.”

Veberhêner û hem xwediyê Barco Tekstîlê Necmi Akaydın jî ragihand ku fabrika wan ji bo 700 karmendaye û bi veberhênanên nû re, wê jimara karkeran bigihîje 1.400 karkeran.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin