Wê Fransa ji bo Berevaniya Saristanî hevkariyê bi Kurdistanê re bike

Wê Fransa ji bo Berevaniya Saristanî hevkariyê bi Kurdistanê re bike

PeyamaKurd - Cîgirê Konsulê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê bi Parêzgerê Hewlêrê re danûstandin li ser pirsa danîna sîstemeke bihêz a berevaniya şaristanî bi rêya Birêveberiya Koç û Koçberan, Bersivdana Qeyranan a Herêma Kurdistanê, Parêzgeha Hewlêrê û berdewamîdana bi şiyanên mirovî yên tîmên Berevaniya Şaristanî kir.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro 10ê Hezîranê bi Cîgirê Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Ritchard Rudolf re civiya.

Parêzgeha Hewlêrê ragihand, danûstandin li ser hemahengiyên navbera Hikûmeta Fransayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê danîna sîstemeke bihêz a berevaniya şaristanî de bi rêya Birêveberiya Koç û Koçberan, Bersivdana Qeyranan a Herêma Kurdistanê, Parêzgeha Hewlêrê û berdewamîdana bi şiyanên mirovî yên tîmên Berevaniya Şaristanî hatin kirin.

Parêzgerê Hewlêrê, piştevaniya Parêzgeha Hewlêrê ji bo şanda Konsulxaneya Giştî ya Fransayê li Hewlêrê diyar kir û bal kişands ser bandora guhertina keş û hewayê û bandora wê li ser bajarê Hewlêrê û çêbûna rûdanên şewatan û lehiyan. Xoşnaw hêvî kir ku Herêma Kurdistanê sûdê ji ezmûna Fransayê ya di vî warî de ji bo kêmkirina van bandoran werbigire.

Parêzgerê Hewlêrê ji bo piştgiriya pirojeyên mifadêr ên welatan û ajansên mirovî yên navdewletî diyar kir ku dê sûdê ji bo Herêma Kurdistanê bi awayekî giştî û bajarê Hewlêrê bi awayekî taybetî bike.

Di civînê rûdanên vê dawiyê yên şewatan li sûkên milî û şewitîna dexl û danên cotkaran hatin bibîrxistin ku bandora guhertinên keş û hewayê û bilindbûna pileya germê û sedemên din ên wekî girîngiya hebûna sîstemeke bihêz û pêşketî ya berevaniya şaristanî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin