PeyamaKurd – Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku dê leşkerên Amerîkayê yên ji Sûriyê vekişin, bi ser Hewlêrê de vegerin welatê xwe.
Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş Yahya Resûl daxuyakirin ku dê hêzên Amerîkayê bi timî li Iraqê nemînin û wiha axivî:
"Lekerên Amerîkayê yên ji Sûriyê vekişin, dê derbasî herêmên deshilatiya Iraqê nebin, dê derbasî Hewlêrê bibin. Dibe ku piştre jî ji ser Hewlêrê derbasî amerîkayê yan jî welatekî din bibin.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî biryara vekişîna ji Sûriyê serdaneke nişkave li baregeha leşkerên Amerîkayê ya Iraqê kiribû. Trump herî dawî ragihandibû ku dê vekişîna ji Sûriyê hêdî be û heta DAIŞê bidawî bibe, dê vekişîn jî bidawî bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin