PeyamaKurd - Li bajarê Îdirê yê Bakurê Kurdistanê wesayîta leşkerî ya artêşa Tirkiyê wergeriya û di encamê de 6 leşker birîndar bûn.
Hat ragihandin ku wesayîta Fermandariya Alaya Hidûd a 5emîn a Îdirê ku li ser sînorê Bakurê Kurdistanê-Ermenistanê dewriye digerand, li nêzîkî gundê Çotlukê wergeriya.
Di qezayê de 6 leşkerên tirk birîndar bûn û ew bo Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê hatin veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin