Wezareta Navxwe: Tenê ji çavkaniyên fermî agahiyan bistînin

Wezareta Navxwe: Tenê ji çavkaniyên fermî agahiyan bistînin

PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi daxuyaniyeke nivîskî îro 29ê Adarê roja Yekşemê daxwaz ji welatiyan kir ku, tenê ji çavkaniyên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê agahiyan werbigirin. Herwiha Wazeratê bang li kanalên medyayê jî kir ku, bi baldarî her nûçeyeke têkildarî ewlehiya welatiyan bidin.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: “Ji ber wê rewşa ku li deverê û Iraqê heye, hin çavkanî agahdariyên nerast li ser rewşa ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê belav dikin, da ku rewşê zêdetir aloz bikin û tirs û nîgeraniyê li nav welatiyan belav bikin.”

Hate diyarkirin, “Em welatiyan agahdar dikin ku, tenê ji çavkaniyên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê agahdariyan di vî warî de bistînin û nekevin bin bandora propagandaya neyaran.”

Wezaretê bang li medyayê kir ku, bi baldarî serederiyê ligel her nûçeyeke têkildarî ewlehiya welatiyan bikin û bêyî piştrastkirina bi aliyên têkildar re agahdariyên nerast belav nekin.