Wezareta Navxwe ya Tirkiyê mufetişan dişîne şaredariyên Diyarbekir û Mêrdînê

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê mufetişan dişîne şaredariyên Diyarbekir û Mêrdînê

PeyamaKurd- Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya ragihand ku wezaretê ji bo herdu şaredariyên bajarên mezin ên Diyarbekir û Mêrdînê ku di hilbijartinên 31ê Adarê de ketin destê DEM Partiyê mufetîşan dişîne.

Yerlîkaya gotiye, bi sedema îdiayên di vekirina yekem civîna Encûmena Şaredariya Mêrdînê de Siruda Netewî nehatiye xwendin û di civîna Encûmena Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê de jî Alaya Tirkiyê nehatiye dayîn, ji bo lêkolînê bikin mufetişên mulkiyê hatine erkdarkirin.

Hêjayî gotinê ye, li ser îdiayên di medya civakî de belav bûne, herdu şaredariyên Diyarbekir û Mêrdînê jî red kirin ku ala Tirk nehatiye danîn û siruda netewî ya Tirk nehatiye xwendin.

Herî dawî li ser hesabê fermî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê wêneyên yekem civîna Encûmena Şaredariyê jî hatin belavkirin ku berevajî îdiayan di wan wêneyan de Alaya Tirkiyê hebû.