Wezareta Perwerdê ya Herêma Kurdistanê bi Balyozê Amerîka yê Hewlêrê re civiya

Wezareta Perwerdê ya Herêma Kurdistanê bi Balyozê Amerîka yê Hewlêrê re civiya

PeyamaKurd – Wezareta Perwerdê ya Herêma Kurdistanê, daxuyanî di derbarê civîna wezaretê û Balyozê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê kir.

Li ser rewşa perwerdeya li Herêma Kurdistanê Wezîrê Perwerdê yê Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê bi rêya vîdeo-konferansê axivîn.

Li gor daxuyaniya Wezareta Perwerdê ya Herêma Kurdistanê, di civînê de Wezîrê Perwerdeyê Alan Heme Seîd, kurteyek li ser bernameya Wezareta Perwerdeyê pêşkêşî Balyozê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Rob Waller kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Rob Waller spasî û destxweşî li pêngavên Wezareta Perwerdê kiriye di danîna çarçoveyek bo pêdeçûna bernameyên xwendinê de û sûdwergirtina ji teknolojiyê di warê perwerdeyê de, giringîdana berçav a wezaretê li medyaya perwerdeyê û herdemîkirina mamosteyên bi girêbest û bi awayekî serkeftî encamdana ezmûnên giştî yên qonaxa 12an a amadehiyê di vê rewşa tendirustiyê de, ku vîrûsa Koronayê li cîhanê belav bûye.

Herwiha hat ragihandin ku di civînê de li ser çend mijarên din ên perwerdeyê û bandorên belavbûna vîrûsa Koronayê li ser sektora perwerdeyê hat gotûbêjkirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin