Wezareta Pêsmerge: Pileya nêzîkî 8500 Pêsmergeyên Kurdistanê tê bilindkirin

Wezareta Pêsmerge: Pileya nêzîkî 8500 Pêsmergeyên Kurdistanê tê bilindkirin

PeyamaKurd Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê da zanîn, pileya nêzîkî 8500 Pêşmergeyên Kurdistanê tê bilindkirin.

Li gor Wezareta Pêşmerge diyar kiriye, di çarçoveya sîstema qidem de, pileya 8 hezar û 485 Pêşmergeyên Kurdistanê tê bilindkirin.

Herwiha Wezaretê eşkere kiriye, piştî bilindkirina pileya wan Pêşmergeyan, wê mûçeyê wan jî were zêdekirin.

Zanyarî destnîşan dikin, ew Pêşmergeyên ku pileya wan tê bilindkirin, wê zêdehiya mûçeyê xwe jî werbigrin. Ew zêdehiya mûçe, wê ji meha Nîsan yan jî Gulanê destpê bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin