PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku hemwelatiyekî din jî tûşî Covid-19ê bûye.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di wê daxuyaniyê de ragihand ku ji 3219 kesan tenê 842 hemwelatî di karantînayê de ango di bin çavdêriya pizîşkî de ne.
Wezareta Tendirustiyê ya Kurdistanê diyar kir, “Hemwelatiyekî din tûşî virusa koronaya nû (Covid-19) bûye ku temenê wî 48 sal e û xelkê Tewêllê ye li parêzgeha Helebcê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin