PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ji ber zêdebaûna rêjeya pêketina bi vîrusa koronayê hişyarî da û got, heger rewş bi vî awayî biçe, dê karesateke mezin rû bide.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Mihemed Qadir ji medya Kurdistanê re ragihand, hejmara pêketiyên Koronayê di zêdebûnê de ye û niha 3 hezar û 811 pêketî li nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê di bin çareseriya pizîşkî de ne.
Mihemed Qadir destnîşan kir, “Metirsiyên vîrusê ne tenê ji pêketiyên hatine tomarkirin e, ji bilî pêketiyên têne destnîşankirin, bêgûman pêketiyên din hene ku nîşanên koronayê li wan diyar nabin û xelk jî bêyî ku hest pê bikin, vîrusê ji wan digire. Ji ber wê heger rewş wiha bidome, dê karesateke mezin di demeke nêzîk de bibînin.”
Berdevkê wezaretê got, “Heger hejmara pêketiyan bi vê lezê zêde bibe, rewş ji karîna Wezareta Tenduristiyê derbas dike û welatî wê demê biryarê didin, rewşê bi ku ve bibin.”
Bi zêdebûna belavbûna vîrusa koronayê re, Odeya Operasyonên Hewlêrê doh car din qedexeya çûnûhatina tund ragihand ku sibe dest pê dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin