PeyamaKurd – Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Îsmaîl Şoreş ragihand ku di derbarê pêvajoya reforma di wezareta Pêşmerge de, îradeyekî xwurt heye û pêngavên xweş hatine avêtin.
Şoreş got ku ji serokatiya Herêmaq Kurdistanê û ji hukumeta Herêma Kurdistanê ji bo pêvajoyê destekekî zêde heye û îsrafa di wezaretê de %80 kêm bûye. Şoreş got:
“Di wezareta Pêşmerge de, di pêvajoya reforman de di seha leşkerî û rêvebiriyê de gavên xweş hatin avêtin, ji bo tehdîdên li pêşiya me de, em temînat didin ku em dikarin hêza netewî ya Pêşmerge ava bikin.
Avêtina pêngava reforman tişteka hêsan nîne û em dewam dikin. Afirandina hêza yekgirtî xeyala her Kurdekî ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin