PeyamaKurd - Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat çû Deriyê Sînorî yê Xabûrê û ragihand ku di meha Tîrmehê de rojane 2 hezar û 500 barhilgir di vî deriyê sînorî re derbasî Iraq û Herêma Kurdistanê bûne.
Bolat destnîşan kir ku beriya pandemiya Koronayê rêjeya bazirganiyê nêzîkî 20 milyar dolarî bû û piştî ku sala borî gihîşt 14,5 milyar dolarî, ew dixwazin vê astê ji nû ve bilind bikin.
Wekî din, Bolat anî ziman ku plana wan heye ku heta dawiya sala 2026an deriyê sînorî yê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de jî vekin û bi çareserkirina pirsgirêka gumrikê ya ASYCUDAyê xebatên bazirganiyê zûtir bikin, ku ev gavên nû di dosyeya aborî de hatin tomarkirin.
Wezîrê Bazirganiyê anî ziman ku girîngiya xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê zêde bûye û Iraq dixwaze şiyana vê xetê zêdetir bike.,
Bolat behsa geşedanên siyasî yên li Bexdayê jî kir û ragihand ku Serokwezîrê nû yê Iraqê Elî Zeydî dê di 28ê Tîrmehê de bi serdaneke fermî bê Enqereyê û bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.
Tê nirxandin ku di civîna Koşka Serokkomariyê û Foruma Kar de dê biryarên girîng bêne girtin daku rê li ber astengiyên gumrikê û dorpêçên aborî bê girtin û alozî kêm bibin.