PeyamaKurd – Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) ragihand, armanca êrîşa ku li nêzî Balafirgeha Silêmaniyê pêk hat, Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî bû.
Li gorî nûçeya rojnameya WSJ ya Amerîkî ku ser bi rayedarên Amerîkî ve ye, do balafireke bêmirov li nêzîkî Balafirxaneya Silêmaniyê êrişî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî kir, lê di wê êrişê de ti kes nemir û birîndar nebû.
Hat diyarkirin, di dema êrîşê de 3 leşkerên Amerîkayê di konvoya ku Mazlûm Abdî tê de bûn de bûn.
Herwiha hat destnîşankirin, Berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Albay Joe Buccino bûyer piştrast kir û got, li ser êrîşê lêkolîn tê kirin.
Di nûçeyê de herwiha nêrîna ku hin rayedarên Rojavayî guman dikin ku Tirkiye li pişt êrîşê ye cih girt.
Do li nêzî Balafirgeha Silêmaniyê teqînek pêk hat û agir ji herêmê rabû. Hat ragihandin, teqîn di encama êrîşa SÎHAyê de pêk hatiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin