PeyamaKurd- Wezareta Tenduristiyê ya Kurdistanê li ser gotina şêwirmendê wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Kiyanoş Cîhanpûr ku gotibû vîrus li Kurdistanê belav bûye, ragihand ku ev yek rast nîne û li Kurdistanê vîrusa navborî tine ye.
Ragihandina Kurdistanê ji berdevkê çapemeniyê yê wezareta tenduristiyê yê Kurdistanê ji Mihemmed Qadir hat. Qadir bo tora medyayê Rûdawê weha gotiye:
“Heya niha li herêma Kurdistanê vîrusa korona nehatiye dîtin. Em dixwazin hemwelatiyên me agahiyan ji wezaretê teyîd bikin. WHO her dem agahiyan parve dike. Ji ber wê ne karê Îranê ye ku di derbarê Kurdistanê de biaxife.”
Her çendîn Îran vê nûçeyê belav kiriye jî, heya niha li Kurdistanê tişteka weha nehatiye dîtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin