Li Lubnanê pêketiyên Korona bi awayekî rekorî bilind dibin

Li Lubnanê pêketiyên Korona bi awayekî rekorî bilind dibin

PeyamaKurd - Di nav 24 saetên dawî da li Lubnanê hejmara pêketiyên rojane yên Koronayê, bi awayekî rekorî bilind dibin û herî dawî 100 bûyerên tûşbûnê hatine tomar kirin.

Wezîrê Tenduristiyê Hamad Hesen got, zêdetirî 100 bûyerên pêketiyên Korona hatine tomar kirin, ku piranî ji xebatkarên kompaniyek mezin ya paqijkirinê ne.

Wî got ku destnîşankirina kompaniya RAMCO ku li seranserê Lubnanê gilêşan berhev dike, bi armanca rehetkirina dilê hemwelatîyan hate kirin.

”Divê gel bizane ku çavkaniya derketina belavbûna Korona tê zanîn û ji % 75 bûyerên tomarkirî da nîşaneyên nexweşîyê tunene.”

Berpirsekî kompaniya RAMCO ya paqijkirina gileşan ragihandibû ku 133 xebatkarên wê yên Sûriye bi Korona ketine û ew niha din bin kerentînê de ne.

Hesen bal kişand ku 800 karkerên kompaniyê yên rewşên wan ne zelal e, pêwîst e ku testên nexweşiyê çêkin.

Lubnan ji meha Sibatê vir ve ji 2,000an zêdetir bûyerên vîrusa Korona û 36 mirinên bi sedema heman vîrusê ragihandiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin