PeyamaKurd – Berpirsê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Xaneqînê Ceifer Şêx Mistefa bal kişan ser êrîşên vê dawîyê ku li bajaroka Xaneqînê mi li ser Kurdan têne kirin û got, yên ku êrîş dikin ne terorîstên DAIŞê ne, milîşeyên Heşda Şeibî ne.
Şêx Mistefa ji kdp.infoyê re diyar kir, doh jî komeke çekdar êrîş kiriye û piştî gulereşanê ji holê winda bûne û got, “Ji ber van êrîşan metirsiyeke mezin li ser xelkê peyde bûye. Lê gumanên me hene ku ev êrîş ne ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin. Lewra DAIŞ ne rêxistineke wisa ye ku piştî reşandina çend guleyan ji holê winda bibe.”
Berpirsê PDKê da xuyakirin, “Milîşeyên Heşda Şeibî bi vî awayî dixwazin li herêmê aloziyê derxin û xalên kontrolê li deverê deynin û bi rêya wan xalên kontrolê jî plana wergirtina bac û gumrikê ji xelkê dikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin