Xelata ‘FIFA Fan Award’ dibe sedema zêdetir nasandina Herêma Kurdistanê li Cîhanê

Dîroka Weşanê :
Xelata ‘FIFA Fan Award’ dibe sedema zêdetir nasandina Herêma Kurdistanê li Cîhanê

PeyamaKurd- Serperiştê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo li ser wergirtina Xelata Alîgirên Herî Baş ên Cîhanê ya FIFAyê "FIFA Fan Award" got ku, Zaxo ne tenê di warê werzişê de pêş ketiye, belkî di warê geştiyariyê de gelek pêş ketiye û niha bajarê herî paqij ê tevaya Iraqê ye.

Guhdar Şêxo ragihand: "Ev nasnav dibe sedema wê yekê ku Herêma Kurdistanê zêdetir bê nasandin û werzişa Kurdistanê zêdetir pêş bikeve. Me karî nîşanî tevahiya cîhanê bidin ku em dikarin bi welatên din ên cîhanê re pêşbaziyê bikin."

Guhdar Şexo got: "Ez dixwazim spasiya gelê Kurdistanê yê ku li Ewropayê dijî bikim, ji ber piştgiriya wan ji me re. Herwiha Serok Barzanî bi rêya telefonê pîrozbahî li alîgirên Yaneya Zaxoyê kir.”

Guhdar Şêxo eşkere kir: “Zaxo di hemû waran de li Herêma Kurdistanê bûye semboleke xweşik, ev jî ji ber piştgiriya berdewam a Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Rêveberiya Zaxoyê ye, di sektora geştiyariyê de pêşketineke baş tomar kiriye, herwiha Zaxo bajarê herî paqij ê hemû Iraqê ye.”