PeyamaKurd – Ebû Îbrahîm Haşimî Qureyşî, yê ku piştî Ebûbekir Bexdadî bû xelîfeyê DAIŞê, di zindanê de weke sîxurê Amerîkayê xebitiye.
Li gor raporta rojnameya Washington Postê, Ebû Îbrahîm Haşimî Qureyşî weke kesekî "alîkarê" Amerîkayê bûye û hemû hewlên xwe daye ji bo bi sûd bibe û zanyariyên bi hûrgilî derbarê rikaberên xwe yên li nav rêxistina berê ya DAIŞê de dane Amerîkayê.
Ew sîxurê Amerîkayê, di dema lêpirsîna sala 2008an de bi hûrgilî behsa çawaniya dîtina baregeha veşartî ya ragihandina rêxistina Dewleta Îslamî ya li Iraqê kiriye û heta rengê deriyê derve yê baregehê jî ji Amerîkiyan re gotiye.
Berpirsên Amerîkî, di derbarê fermandarekî komê de, ku kesekî ji welatê Swêdê û bi eslê xwe ji welatê Mexrîbê (Fas) ye û navê wî Ebû Qisûr e, pirsyar ji Ebû Îbrahîm Haşimî Qureyşî kirine û wî jî nexşeya cihê wî xêz kiriye, ku Ebû Qisûr lê bû. Piştî çend hefteyan, hêzên Amerîkayê di êrîşeke esmanî de Ebû Qisûr kuştibû.
Herwiha li gor belgenameyên nepenî yên Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê, sîxureke berhemdar bûye û bi dehan hûrgiliyên gelekî girîng dane ber destê Amerîkayê.
Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê bo Kiryarên Taybet Christopher Mayer diyar kiriye, navê rastîn ê Qureyşî, Emîr Mihemed Seîd Ebdurehman El Mewla ye.
Qureyşî xelkê Iraqê ye û temenê wî 31 salî bû, ku di dawiya 2007 û destpêka 2008an de hat desteserkirin. Di meha Tîrmeha 2008an de, lêkolîn derbarê wî de hat rawestandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin