Xelkê Xaneqîn bo vegera Pêsmerge li ser piyan e

Xelkê Xaneqîn bo vegera Pêsmerge li ser piyan e

PeyamaKurd - Berpirsê Şaxa 15 ya PDKê li Xaneqîn Şêx Cafer Şêx Mistefa ragihand ku piştî ku Kurdan li Xaneqîn xwepêşandan kirin ji bo vegera Hêzên Pêşmerge bo navçeyên Kurdistanê ji bo ku wan ji DAIŞê biparêzin, êdî gef li ser Kurdan zêdetir bûne û 24 seet mohlet dane gundên Kurdan ku ji malê xwe derkevin.

Navçeyên Kurdistanî bi xwîna Pêşmerge hatin rizgarkirin, lê piştî bûyerên 16ê Cotmeha par, hêzên Iraqê ew navçe dagîr kirin û niha Heşda Şebî li wan navçeyan e. Terorîstên DAIŞê jî li navçeyên derdora Xaneqîn dest bi tevgerê kirine û gefan li gundên Kurdan dikin û metirsî heye ku hemû Xaneqîn bikeve destê wan de.

Hefteya borî Xelkê Xaneqîn xwepêşandan kirin û bajar ket girevê û hemû dikan hatin girtin, daxwaz dikirin ku Hêzên Pêşmerge cardin vegerin navçeya wan ji ber ku hêzên Iraqê nikarin navçeyên wan biparêzin.”

Derbarê wan metirsiyên mezin Şêx Cafer Şêx Mistefa ji malpera PDKê re ragihand: “Piştî wê xwepêşandanê û ketina girevê, li parêzgeha Diyala komek soz dan Kurdan, lê ti soz ji wan nehatin cîbicîkirin û niha rewş pir aloz e, ku ji wê demê û heta niha 2 welatiyên din hatine şehîdkirin. Herwiha şevê din terorîstên DAIŞê bi matoran bi eşkere çûne gundên Kurdan û mohleta 24 saetan dane wan ku pêwîst e ji gundê xwe derkevin, ku 20 gund in û eger dernekevin dê wan bikujin.”

Wî berpirsê PDKê wiha domand: “Herwiha şevê din li sînorê Seidiye şer di navbera artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê de derketiye û heta derengiya şevê ew şer berdewam bû, ku hejmareke leşkerên Iraqê birîndar bûne û 3 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin, ku şer bi eşkere bû û çekên giran tê de bikar hatiye, lewma jî eger Pêşmerge venegere navçeyê dê rewş pir aloztir bibe. DAIŞ dîsa bihêz bûye û roj bi roj hejmara çekdarên wan zêdetir dibin, ku tê texmînkirin hejmara wan li vê navçeyê 500 kes be.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin