PeyamaKurd- Êvarê li nahiyeya Taze ku dikeve başûrê Kerkûkê û 15 km yan jê dûre, xwepêşandêr rêya sereke ya navbera Kerkûk û Bexdayê girtin. Sedema xwepêşandanê rêvebiriya perwerdeya Kerkûkê hat nîşandan ku derçûyên ku navê wan bo tayînê vegeriyane, kême û mafê wan hatiye xwarin. Xwestin ku rêjeya tayînan bê zêde kirin.
Xwepêşandêr lastîkên erebeyan şewitandin û rêya Kerkûk-Bexdayê bo çûnûhatê girtin. Xelkê nahiya Taze piraniya wan şîayên Tirkmenin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin