PeyamaKurd - Rojnameya Yenî Yaşamê ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) navber da çapkirina xwe. Ji niha pê ve dê rojname bi awayekî dijîtal 24 saetan weşana xwe bidomîne. Rojname dê rûpelên xwe wekî PDF li ser malpera xwe biweşîne.
Rojnameya Yenî Yaşamê, ji ber vîrusa koronayê ku her roj li seranserê Cîhanê dibe û dibe sedema mirina bi hezaran mirovan, navber da weşana xwe ya çapkirî.
'Korona günlerinde Kürt düşmanlığı' manşetiyle bayilerdeyiz pic.twitter.com/BfFFGoJjuD
— Yeni Yaşam Gazetesi (@yeniyasamgazete) March 25, 2020
Rojnameyê di rûpele xwe yê yekemîn bi ser navê “Ev ne nivîseke xatirxwestinê ye” têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku ji ber şertên ku vîrusa koronayê peyda kirine rast nabîbin ku rojnameyê bi awayekî çapkirî biweşînin.
Ji niha şûn ve heta ku rewşa awarte ya ji ber vîrusa koronayê asayî bibe dê rojname 24 saetan bi awayekî dijîtal weşana xwe bidomîne. Rojname dê rûpelên xwe wekî PDF li ser malpera xwe biweşîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin