PeyamaKurd - Doh şemiyê li dor demjimêr 15:00 li navçeya Rezan a Diyarbekirê polîsek ji aliyê kesên ku ji polîsan reviyabûn û nesekinîbûn hatibû kuştin.
Polîsê bi navê Atakan Arslan li taxa 5 Nîsan a navçeya Rezan bi guleya kesekî ji wan kesên ji ber polîsan reviyan hatibû kuştin.
Piştî operasoyanên berdewam 2 kes hatibûn desteserkirin. Hat ragihandin ku îro ew kesê sêyemîn (M.E.C. 25 salî) ku gule berdaye polîs û bûye sedema kuştina wî jî hatiye desteserkirin.
Asayîşa Diyarbekirê lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin