YNK li ser hilbijartina parlementoya Kurdistanê daxwuyanî da

YNK li ser hilbijartina parlementoya Kurdistanê daxwuyanî da

PeyamaKurd – Rêvebiriya YNKê (Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan) îro civîna xwe kir û piştî civînê ragihand ku divê hilbijartin di wextê de bêkirin, dereng nemîne û tewrê YNKê yê li ser hilbijartinan neguhiriye.

Civîna YNKê ya buroya siyasî, li bajarê Silêmaniyê li Dabaşanê hat kirin. Piştî civînê YNK weha ragihand:

“Bi her çi sedemê be jî, eger hilbijartin di wextê de nê kirin, wê di pêvajoya demokratik de kêmasiyan bixê û di encamê de, dê bibe sedema munaqeşa rewabûna dezgeyên herêma Kurdistanê.”

Berdevkê YNKê Sadi Ahmed Pire di derbarê protestokirina PDKê ya hilbijartinên Kurdistanê de daxwuyanî da û got ku YNK li ser biryara kirina hilbijartinê ya di 10ê Hezîran a 2024an de ye.

Pîre, ragihand ku parlementoya Kurdistanê ji bo berpirsiyariya xwe ya qanûnî û bingehîn bicîh bîne çareseriya pirsgirêkên xelkê Kurdistanê bike, girînge ku ji nûh de dest bi xebatê bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin