PeyamaKurd- AKPê siyaseta xwe ya li ser şaredariyên qayyûman hêdî hêdî eşkere dike. Di hilbijartinê de şaredariyên ku HDP bi dest bixe, wê dîsa ji wan bêne standin.
Di derbarê mijarê de nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi nivîsek nivîsand û got ku ji bo şaredariyên HDPê dîsa wê qayyûm werin tayînkirin.
Selvî wiha dewam kir: “Heke di hilbijartina 31ê Adara 2019an de HDP şaredariyên ku qayyûm bi rê ve dibe, bi dest bixe; hukûmet wê dîsa qayyûman tayîn bike.”
Heta niha 94 şaredariyên HDPê ji destê wê hatine derxistin.
Li gorî rapora Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 93 şaredarên wan hatin girtin û 68 heta niha jî di girtîgehê de ne. Li gorî heman raporê 81 encûmenên şaredariyê di girtîgehê de ne û 2 hezar karker ji aliyê qayyûman ve ji karî hatine dûrxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin