PeyamaKurd - Endamê polîtburoya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Omer Fetah ragihand ku PDK û YNKê li ser rêkeftina avakirina hikûmeta Kurdistanî biryara dawî dane.
Fetah diyar kir ku herî dawî YNK ligel PDKê rêkeftiye û hikûmeta herêma Kurdistanê bi awayekî dê bihevre birêve bibin.
Omer Fetah da zanîn, dibe sibe 10ê Nîsanê rêkeftina nû ya PDK û YNKê were îmzekirin û got, “YNK û PDK di vê kabîneyê de ‘dê bi awayekî baş’ xizmeta xelkê Kurdistanê bikin. Ji ber ku xelk westiyaye û dem hatiye ku xizmet jê re bê kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin