PeyamaKurd - Li bajarê Mehabad yê Rojhilatê Kurdistanê jineke kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hat bidarvekirin.
Dezgeha Mafên Mirov Hengawê ragihand ku du roj berê li girtîgeha bajarê Mehabadê, girtiya kurd ya bi navê Melîhe Salihiyan hatiye bidarvekirin.
Li gorî agahiyên dezgeha Hengawê ew jina kurd ji ber kuştina zarokekî hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin.
Hengaw radigihîne ku di nav 10 rojên borî de herî kêm 8 kurd di girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hatin bidarvekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin