Serokê Talîbanê ji nexwesiya vîrusa koronayê mir

Serokê Talîbanê ji nexwesiya vîrusa koronayê mir

PeyamaKurd - Serokê Talîban a Afganistanê Mela Heybetullah Axundzade ku bi vîrusa koronayê ketibû û jiyana xwe ji dest da.

Serokê nû yê Talîbanê Mela Heybetullah Axundzade di hevdîtinên aştiyê yên ligel Amerîkayê de cih girtibû.

Beriya niha hatibû ragihandin ku Heybetullah Axundzade bi vîrusa korona ketiye û ji ber wê jî demên dawî beşdarî civînên Talîbanê nedibû.

Medya nêzîkî Talîbanê ragihandiye ku 4 berpirsên payebilind ên rêxistina Talîbanê bi vîrusa korona ketine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin