27 kesên din can da, 597 kes jî bi koronayê ketin

27 kesên din can da, 597 kes jî bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên dawî de li seranserê Herêma Kurdistanê  27 kesên din ji ber vîrusa koronayê can dane û 597 kesên din jî pê ketine.

Di daxuyaniya Îro 15ê Îlonê de, Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê da xuyakirin, di 24 saetên borî 27 kesan can daye, 597 kesên din jî bi koronayê ketine û 281 kes jî baş bûne.

Li Herêma Kurdistanê li gorî amarên giştî heta niha 37.907 kes bi koronayê nexweş ketine, 24.027 kes baş bûne, 12.489 kes tedawiya wan didome û 1.391 kesan jî wefat kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin