PeyamaKurd - Baroya Amedê derbarê dosyeya Tahir Elçî de radigihîne ku delîl û belgeyên kuştina Serokê Berê yê Baroya Amedê Parêzer Tahir Elçî li ser sîstema elektronîk a UYAPê ya darazê hatine rakirin. Ji ber wê yekê dozger û dadger nikarin xwe bigihînin van delîlan.
Ligel vê yekê malbat û aktîvîstên mafên mirov tekez dikin ku derbarê kuştina Tahir Elçi de ti lêpirsîneke cidî nehatiye kirin, niha jî delîlên ku dê bûyerê zelal bikin ji holê hatine rakirin, ji ber vê yekê guman zêde dibin û Baroya Amedê jî daxwaza lêkolînên cidî dike.
Baro Başkanımız Tahir ELÇİ'nin Katledilişinin 193. Haftası Anma Etkinliği Diyarbakır Adliyesi Önünde Gerçekleştirildi...https://t.co/8Fy8IsSmqe pic.twitter.com/vvKhjo06gB
— Diyarbakır Barosu (@Diyarbakirbaro) September 13, 2019
Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî, 28ê Kanûna 2015an dema li ber Minareya Çarling a Sûra Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê dida hat kuştin lê heya niha dosya kuştina Elçî di tariyê de maye û nehatiye zelal kirin.
Mafnas û Parêzer Tahir Elçi, sala 1966an li Cizîra Şirnexê ji dayîk bûye. Sala 1991ê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê qedand. Ji sala 1992yan ve li Amedê dest bi parêzeriyê kir. Di salên 1998-2006 li Baroya Amedê wek berpirs kar kir. 2012yan weke serokê Baroya Amedê hatiye hilbijartin. 2014ê dîsan wek serokê baroyê hat hilbijartin. Di warê mafên mirov û hiqûqê de gelek xelatên girîng wergirtine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin